Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê got ku Washington dixwaze ku pevçûnên li Gaza jibo demeke dirêj û bi awayekî rast bisekinin.
Blinken di serdana Brukselê de dîyar kir ku rêka herî baş ya jibo belavkirina alîkarîyan jî qedandina şer e.
‘’Îsraîl li gor wan standartên wê dîyar kirine, gihîştiye armancên xwe. Niha dema qedandina şer hatiye.’’
Washingtonê jibo Îsraîl ser belavkirina alîkarîyên li Gaza hin gavan biavêje 30 roj dabûn ku li gor ragihandina karbidestên Amerîkî Îsraîlê rê li ber belavkirina alîkarîyan negirtiye û banga Amerîka binpê nekiriye.
8 komên alîkarîyê yên navneteweyî dibêjin ku Îsraîlê rêka belavkirina alîkarîyan baştir nekiriye.
Hin pisporên xwarinê dibêjin li hin herêmên Gaza dibe ku birçîbûna giran û xela çêbe.
Washington ya bi rêvebirîya Serok Joe Biden, ku serê salê cîhê xwe dide Serokê hilbijartî Donald Trump, alîgireke xurt yê Îsraîlê ye.
Trump jî piştgirî da plana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ser pûçkirina Hamasê.
Wî soz da ku ewê aştîyê bîne Rojhilata Navîn, lê eşkere nekir ku ewê çawa vê yekê bike.
Jêder: Reuters