Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Divê Dawî li Şerê li Gaza Were


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê li Tel Avîvê ji rojnamevanan re got ku divê êdî dawî li şerê li Gaza were.

Blinken dîyar kir ku jibo destûrên ser belavkirina alîkarîyan hin pêşveçûn hene jî divê Îsraîl pirtir rêkan veke.

‘’Îsraîl li Gaza gihîşt piranîya armancên xwe yên stratejîk. Niha dem hatiye ku ew serketin veguherin serketinên stratejîk û mayînde.’’

Wî got ku ew li bendê ne ku Îsraîl jibo belavkirina alîkarîyan rê li ber pirtir pêşveçûnan veke û ew rêk domdar bin.

Blinken dîyar kir ku divê Îsraîl ser bersîvdana êrîşa muşekî ya Îranê dûrî gurkirina girjîyê bisekine.

Ji alîyê din ve Îsraîlê ragihand ku dema serdana Blinken ji Lubnanê du roket hatine firandin û bi wan alarmên Tel Avîvê lêketine.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku her du roket jî hatine xistin.

Wezîrê derve piştî van daxuyanîyên li Îsraîl çû Erebistana Saudî, rawestgeha paşîn ya gera xwe ya Rojhilata Navîn.

Ji destpêka şerê li Gaza ev serdana 11’an ya Blinken li Rojhila Navîn e, û e ji destpêka girjeya Îsraîl û Hîzbullaha Lubnanê di dawiya meha borî ve jî serdana wî ya yekê ye.

Hewldanên berê yên Amerîkayê jibo bidawîkirina şerê Gazayê û kontrolkirina tundîya herêmî heta niha bi ser neketine.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG