Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêjê Divê Ew Alîkarîya Domdar ya jibo Gaza Zêdetir Bikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di serdana Îsraîlê de dîyar kir ku divê ew jibo berevanîya sîvîlên li Gaza zêdetir tiştan bikin.

Blinken li Tel Avîvê ji rojnamevanan re got ku divê ew alîkarîya domdar ya jibo Gaza jî zêdetir bikin û divê ew bilezînin.

Wî dîyar kir ku li gor Amerîka navbereke însanî ya jibo pevçûnan hem dê kêrî Îsraîlê were ku ew Hamasê têk bibe hem jî jibo berevanîya sîvîlan mekanîzmayekê çêke.

Wezîrê Amerîkî got ku bi navbera însanî dê pirtir alîkarî here Gaza û dewlet jî dê jibo dîlên li wir zêdetir danûstandinan bikin, lê wî dîyar kir ku ev mijar hîn tam zelal nebûye.

Serokê Amerîka Joe Biden jî jibo derketina kesên li Gaza asê mane û ewlekarîya 240 dîlên li wir banga navbereke însanî kiribû.

Blinken dîyar kir ku jibo şerê Îsraîl û Filîstînê çareserî du dewlet in û got ku bi çareserîyê Îsraîleke demokratîk û Filîstîneke serbixwe divê çêbe.

Wî got ku divê xebatên ser çareserîya bi du dewletan ne sibê, lê îro tavilê destpê bikin.

Li ser pirseke derbarê fikarên ser Hizbulaha Lubnanê û Îranê jî Blinken got ku ew ji serî de bi awayekî zelal dibêjin ku ewê nehêlin ku di şerê Îsraîl û Hamasê de enîyên nû vebin.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîşên berfireh birin ser Îsraîlê û ji wê çaxê vir ve Blinken cara sêyan e serdana wî welatî dike.

Blinken dê serdana Urdunê jî bike û çaverê ye ew berê gera xwe ya li Asya li herêmê here hin welatên din jî.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG