Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken îro Yekşemê serdana Îsraîlê dike, ji bo pêşdebirina danûstandinên agirbesteke li Gazayê û pêşîgirtina li ber şerekî berfirehtir li serenserî Rojhilata Navîn.
Li bendê ye ku Blinken li Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê û karbidestên din yên payebilind re bicive.
Blinken wê hewl bide ku li Îsraîlê ser "peymana agirbestê, berdana dîl û girtîyan bigihîne encemekê," wezareta derve got.
Ofîsa Netanyahu roja Şemîyê di daxuyanîyekê de got ku ji bo "hêvîyek" heye ku lihevkirinek çêbibe û karbidestên Amerîkî jî erênî ne, lê hevdem hişyarî da ku hîn kar heye ku were kirin.
Lê Hamasê dîyar kir ku daxuyanîyên karbidestên Amerîkî yên xweşbîn "xapînok in " û Netanyahu bi danîna şertên nû tawanbar kir ku hewl dide danûstandinan "têk bibe".
Hamas jibo bidawîkirina şer peymanek agirbestê dixwaze, lê Îsraîl rawestîneke demkî dixwaze.
Karbidestê Hamasê Ûsama Hemdan roja Şemîyê ji televîzyona Aljazîra ya Qatarê re got ku Îsraîl dixwaze mafê wê hebe ku kengî bixwaze êrîşê Gazayê bike.”
Hewlên dîplomatîk di van rojên dawî de zêde bûne, yên jibo rawestandina şerê Îsraîl û Hamasê li Gaza û peydakirina peymanek jibo azadkirina dîlên di destê Hamasê de.
Li bendê ye ku danûstandinên bi navbeynkarîya Amerîka, Misir û Qeterê wê vê hefteyê li Qahîreyê bidomin, piştî civîna du rojan ya hefteya borî li Dohayê.
Herwiha li gor çavdêran peydakirina agirbestekê pir girîng e, jiber ku egera berfirehbûna şer li serenserê Rojhilata Navîn zêde bûye. Îran piştî kuştina rêbêre Hamasê Îsmaîl Henîyeh li Tehranê di 31’ê Tîrmehê de, gefa tolhildanê li Îsraîlê dixwe.
Blinken ev cara 10’an e ku serdana herêmê dike ku agirbestek pêk were, ji destpêka şerê li Gaza di 7’ê Cotmeha 2023’an de li Gaza.
Êrîşên Îsraîlê li Gazayê destpêkirin, piştî ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kir.
Li gor daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.
Wezareta saxlemîya Gaza ku Hemasê birêve dibe îro ragihand ku di zêdetirî 10 mehên de, di êrîşên Îsraîlê yê li Gaza de herî kêm 40 hezar û 99 Filîstînî hatine kuştin, û herwiha 92 hezar û 609 jî birîndar bûne, ku piranîya wan sivîl in.
Jêder: Reuters, AFP