Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka bo Serdanekê Digihe Misrê


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê gihîşt Misrê di destpêka gera xwe ya Rojhilata Navîn de, ku dê tê de li ser kêmkirina girjiyên di navbera Îsraîlî Filistînîyan de, piştî derketina tundûtûjiyê, bisekine.

Blinken, ku dê Duşem û Sêşemê biçe Orşelîm û Ramallayê piştî rawestana xwe ya li Qahîreyê, demeke dirêj e plan kiribû ku serdanekê ji bo dîtina hukûmeta nû ya rastgir a Îsraîlî pêk bîne, lê serdana wî lezgîniyeke nû digire, piştî tundûtûjiya herî xirab a di nava çend salên borî de.

Çekdarekî Filistînî roja Înê heft kes li dervayê kinîsekê li taxeke niştecîyan li rojhilata Orşelîmê kuştin, û êrîşeke din jî roja Şemîyê pêk hat.

Roja Pêncşemê, 9 kes di êrîşeke artêşa Îsraîlî de li ser kampa penaberan ya Cenîn li Kenara Rojava hatin kuştin ku yek ji wan operasiyonên herî kujer ên van salên dawî bû.

Îsraîl got ku wê mîlîtanên Cîhada Îslamî kirin armanc û piştre jî li Xezeya ku di bin kontrola Hamasê de ye, xist wek bersiva êrîşeke mûşekan.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel ji rojnamevanan re got, Blinken dê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê Filistînî Mehmûd Abbas re bicive û bang "bi berfirehî bike ku gavên ji bo kêmkirina girjiyê werin avêtin."

Dibe ku tundûtûjî di danûstandinên di navbera Blinken û Serokê Misirê Ebdulfetah al-Sîsî de jî derkeve holê, ku rola kevneşopî ya welatê wî weke navbeynkareka Rojhilata Navîn alîkariya wî kiriye ku bimîne hevkarê sereke yê Amerîka, tevî rexneyên Serok Joe Biden li ser rewşa wî ya mafên mirovan.

Amerîka bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Îsraîlê re, di dîrokê de pêşengiya dîplomasiya Rojhilata Navîn kiriye.

Serdana Blinken beşek e ji hewildana rêveberiya Biden ku bilez bi Netanyahu re têkildar be, yê ku di dawiya Kanûnê de vegeriya ser kar û serokatiya hikûmeta herî rastgir di dîroka Îsraîl de.

Netanyahu têkiliyeke pir dijwar bi serokê berê yê Demokrat Barack Obama re hebû, ji ber ku Netanyahu bi eşkereyî li kêleka dijberên wî yên komarî bû li dijî dîplomasiya Amerîkî li gel Îranê.

Rawêjkarê ewlekariya netewî yê Biden, Jake Sullivan, di meha Çile de serdana Îranê kiribû piştî ku hewldanên Biden ji bo vegerandina peymana navokî ya sala 2015an, ku ji aliyê Netanyahu ve hatibû şermezarkirin, bi awayekî pratîkî têk çûn.

Tê çaverêkirin ku Blinken di gera xwe de piştgirîya Amerîka ji bo dewleteke Filistînî dubare bike, ku kêm kes hêvî dikin di dema hukûmeta nû ya Îsraîlî de pêş bikeve.

Wezareta Derve got ku Blinken her weha dê banga parastina statûya li qada mizgefta Al-Aqsa ya ku hem ji Cihû û hem jî ji Misilmanan re pîroz e, bike.

Wezareta Derve got her wiha tê çaverêkirin ku Blinken li Misrê mijarên herêmî yên wekî Lîbya û Sûdanê gotûbêj bike.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG