Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîra Brîtanya ya nû Liz Truss ji Twitterê pîroz kir.
Biden dîyar kir ku Washington û London dê hevkarîya ser mijarên cîhanî bidomînin û peywendîyên dualî yên taybet ji berê çêtir bikin.
Wî da zanîn ku ewê bi Truss re ser hevkarîya bo Ukrayna ya dijî Rûsya ya êrîşkar li ber xwe dide danûstandinan bikin.
Karbidestên Rûsya derbarê serokwezîrîya Truss bi awayekî geşbîn neaxifîn û dîyar kirin ku ewê Moskow ne li benda hêvîyan be.
Brîtanya mîna welatên din yên Rojava di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê disekine û dîyar dike ku Rûsya axa Ukrayna dagir dike.