Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Dest bi Belavkirina Testên Belaş Dike


Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden dest bi belavkirina testên belaş yên vîrusa korona dike.

Malpera wesandina testên belaş COVIDTests.gov dest bi xebatê kir.

Çaverê ye testên vîrusa korona, ku dê ji alîyê servîsa posta ya Amerîka USPS werin bi rê kirin, ji 7 heta 12 rojan bo adresan werin belav kirin.

Serok Biden bo Amerîkîyan soza 1 mîlyar testên belaş dabû û dîyar kiribû ku ewê pirtir testên belaş jî di demeke nêz de bişînin.

Rêvebirîya Biden jiber kêmbûna testan tê rexne kirin.

Amerîkî jiber kêmbûna testan di betlaneya Noelê de di rêzên dirêj de li benda testan mabûn.

XS
SM
MD
LG