Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Alman Olaf Scholz axifîne.
Biden ji Twitterê dîyar kir ku ew bo pîrozkirina posta Shcolz ya nû bi wî re peyivîye.
Wî da zanîn ku ew li bendê ye ku bi Shcolz re dijî hemî dijwarîyên cîhanî kar bike.
Serok Biden dîyar kir ku di nav mijaran de ‘’bêîstiqrarîya ku Rûsya li sînorê Ukrayna çêdike jî’’ heye.