Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Rûsya Gefên Dagirkirina Ukrayna Didomîne


Serok Joe Biden li Qesira Sipî bi preskonferansekê ser girjîya Rûsya û Ukrayna axifî.

Biden bi bîr xist ku ew ji destpêka girjîyê ve hewil didin bi Moskowê re peywendîya dîplomatîk çêkin û got ku wan bi awayekî eşkere daye zanîn ku ger Rûsya, Ukrayna dagir bike ewê bersîveke tund bidin.

Wî dîyar kir ku helwesta Amerîka ew çend meh in wisa ye û neguherîye.

Serok Biden da zanîn ku ew vê hefteyê bi hemtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin re axifîye û bal kişand ku Moskowê dûre li pêş bîragiştî daye zanîn ku ew dixwazin dîplomasîyê bidomînin.

Biden got bo dîplomasî bi ser keve divê ew serî li hemî rêkan bidin.

Wî dîyar kir ku Amerîka bo li rojhilata Ewrupa ewlekarî çêbe gavên berçav pêşnîyaz dike û got ku ew kontrolkirina çekan, zelalî û tedbîrên îstiqrara stratejîk hem bo NATO hem jî bo Rûsya dixwazin.

Serok Biden heta hêvîya çareserîya dîplomatîk hebe ewê hewil bidin rê li ber karanîna hêzên tund yên însanan dikuje bigirin.

Biden dîyar kir ku Wezareta Berevanî ya Rûsya daye zanîn ku hin leşkerên Rûs ji sînorê Ukrayna vekişîyane, lê got ku tevî ku ew tiştekî rind e jî wan hîn ew agahî piştrast nekiriye.

Serokê Amerîka da zanîn ku niha li Belarûsê û li nêzî sînorê Ukrayna pirtir ji 150,000 leşkerên Rûs hene û got ku gumana dagirkirina Ukrayna didome.

Biden dîyar kir ku jiber gumanên ser dagirkirina Ukrayna wan bang li Amerîkîyan kiriye ku ji wî welatî derkevin û bi bîr xist ku wan balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê bi awayekî demkî biriye Lvîvê.

Serok Biden da zanîn ku Amerîka, NATO û Ukrayna dijî Rûsya ne gef in û got ku ti hewila wan bo pûçkirina îstiqrara Moskowê tune.

Biden dîyar kir ku ger Rûsya êrîşî Ukrayna bike ewê bo wê encamên wê giran bin û got ku ewê Moskowê bi wê tevgerê xwe bi xwe birîndar bike.

XS
SM
MD
LG