Serokê Amerîka Joe Biden li Polonya serdana yekîneyên Amerîkî kir.
Biden li Bingeha Leşkerî ya Rzeszow dîyar kir ku leşkerên Amerîkî yên li Ewrupa, beşek ji têkoşîna demokrasî ya dijî otokrasîyê ne.
‘’Hûn di dîroka cîhanê de hêzên herî baş in ku şer dikin. Karên hûn dikin mezin e.’’ Biden ji leşkeran re got.
Amerîka ji Sibatê vir ve 12,000 leşker şandine Ewrupa û piranîya wan li Polonya bi cîh bûne.
Hejmara leşkerên Amerîkî ji 2005’an vir ve cara pêşî 100,000 derbaz kir.
Biden dibêje ku leşkerên Amerîkî yên li Ewrupa ne bo pevçûna bi hêzên Rûsya re, lê bo berevanîya hevbendên NATO li wê parzemînê ne.
Biden vê hefteyê li Brukselê bi rêberên NATO, Yekîtîya Ewrupa (YE) û G7 re kom bû.
Çaverê ye Biden sibê Şemîyê bi hin penaberên Ukraynî yên li Polonya re bicive.