Bo Senatorê Komarî John McCain, ku di 81 salîya xwe de jiber penceşêra mejî jîyana xwe ji dest da, li dêra bajarê Phoenix ya Arîzona merasîma cenazeyê pêk hat.
Di merasîmê de Joe Biden, ku di dewra Obama de cîgirê serok bû û wek hevalê nêz yê John McCain tê zanîn, axaftineke hestiyar kir.
Merasîma cenazeyê li North Phoenix Churchê li dar ket. Xêncî malbata McCain û siyasetvanan, ji gel jî 1000 kes beşdarî merasîmê bû.
Joe Biden yê Demokrat, ku ji 20 sal zêdetir li Senato bi McCain re kar kir, gava ser senatorê Komarî axifî girîya.
Biden da zanîn ku piştî mirina McCain, ne tenê ji Amerîka ji seranserê cîhanê peyamên sersaxîyê hatine.
‘’Bi gelê Amerîka pir bawer kir, bawerî bi me hemîyan kir. Êdî ne bi me re ye, lê daxwaza wî pir zelal e: Bi mezinîya Amerîka bawer bikin.’’ Joe Biden got.
Joe Biden, di ser gotineke di Hamlet ya Shakespeare de, got ku ‘’Em yekî wekî wî careke din nabînin’’
Bridgec McCain jî, ku John McCain û xanima wî di sala 1993’an de ji Bangladeşê ewladî anîbûn, gava ser bavê xwe axifî zehmetî kişand.
Darbesta McCain ya lê ala Amerîkî hatibû pêçan ji dêrê bi strana ‘’My Way’’ ya Frank Sinatra hat oxir kirin.
Bo John McCain dê roja Înê li Kongresa Amerîkî ya li Washingtona paytaxt jî merasîmeke taybet pêk were.