Serokê berê Joe Biden roja Duşemê bi helîkopterê Kongresa Amerîka terikand, piştî ku beşdarî merasîma sondxwarina cîgirê xwe Donald Trump, wek 47. ya Serokê Amerîka bû.
Joe Biden li helîkopterekê siwar bû ku wê wî bibe nava jîyana wî ya piştî seroktîyê - lê helîkoptera ku wî difirîne êdî wek ‘Marine One’ nayê bi nav kirin.
Jiber ku Biden ji îro ve niha serokekî berê ye, ew û hevjîna wî Jill li helîkoptereke ku bi teknîkî wek "Nighthawk 46" tê zanîn, siwar bûn.
Biden û Jill jibo merasîma xatirxwestinê ya li Bingeha Hêza Esmanî ya Andrews li Marylandê derketin rê.
Her du piştre wê bifirin Santa Ynez, California da ku beşdarî endamên din malabata xwe bibin.
Firîna California wê ji alîyê Erka Esmanî ya Taybet 46’an, bi firoka leşkerî were kirin.
Trump, ku hîn dest bi seroktîyê nekiribû, roja Şemîyê ji Florida bi firokeke bi nîşaneyên seroktîyê ku wekî Mîsyona Esmanî ya Taybet 47 tê nasîn, firîya Washingtonê.
Jêder: AP