Serokê Amerîka Joe Biden îro seredana eyaleta Louisiana dike ku rewşa piştî Baroveya Ida bibîne.
Biden wê bi walîyê Louisiana John Bel Edwards û karbidestên xwecîhî re hevdîtinan bike û derheqa zararên Baroveya Ida agahî bigire.
Li istana Louisiana, taybetî li deverên başûrê wê nêzî 1 mîlyon kes bê elektrîk in û bi sedan avahi, rê, pir û binesazî hilweşîne û zîyanên giran çêbûne.
Baroveya ku hefteya borî li Louisiana û eyaletên dora wê xistibû, dû re giheştibû bakurê rojhilata Amerîka. Ew bahoz taybetî li eyaletên New York, New Jersey û yên derdora wan bûbû sedema lehîyên mezin û herwiha 46 ji kuştibûn.
Pisporên sîyaseta Amerîkî bawer dikin ku ew seredan derfetekê ji Biden re çêdike ku ji bala bîragiştî ji bandora neyênî ya vekişîna ji Afganistanê dûr bixîne.