Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Berevanîya Biryara Ser Vekişîna ji Afganistanê Dike


Serokê Amerîka Joe Biden li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku ew ne li pey şerekî sar yan cîhaneke parçebûyî ne.

Biden di axaftina xwe de li şûna hêza leşkerî bal kişand ser ‘’dîplomasîya bi îstiqrar’’

Wî bê ku rastexwe behsa Çînê bike, qala girjîya bi wî welatî re kir û dîyar kir ku ger di mijarên de nelihevkirin hebin jî ew hazir in bi welatên din re bixebitin.

Serok Biden di axaftina li Civata Giştî ya NY’ê de berevanîya vekişîna ji Afganistanê kir û da zanîn ku bo ew bala xwe bidin ser mijarên cîhanî yên wek pandemîya vîrusa korona û guherîna îqlimê gaveke wisa pêwîst bûye.

‘’Me li Afganistanê dawî li şerê 20 salan anî û bi girtina dewra vî şerê xedar, em serdemeke nû ya dîplomasîya bi îstiqrar vedikin.’’ Biden got.

Biden di axaftina xwe de soza parastina berjewendîyên neteweyî yên Amerîkîyan da û dîyar kir ku leşkerîya Amerîka dê Amerîkîyan, hevalbendên wan û berjewendîyên wan dijî êrîşan biparêze.

Wî da zanîn ku li şûna şerên dema borî, ew êdî bala xwe didin ser siberojê.

Serok Biden bal kişand ku di siberojê de li pêş wan dijwarîyên wek pandemîya vîrusa korona, kêşeyên îqlimî, ewlekarîya sîber hene.

Biden da zanîn ku Amerîka di wan mijaran de pêşengîya cîhanê dike û dîyar kir ku bo ew dijî dijwarîyên hevpar têkoşîna cîhanî teşwîq bikin ew vegerîyane maseyê.

XS
SM
MD
LG