Serokê Amerîka Joe Biden îro li Qesira Sipî bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy re hevdîtinekê li dar dixe.
Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre demeke zûtir ya îro gotibû ku ev serdan wê pêgirîya Washingtonê ya jibo piştgirîya Ukrayna careke din nîşan bide. Pierre gotibû ku ewê bi alîkarîya aborî, mirovî û leşkerî piştgirîya Ukrayna bikin.
Zelenskyy jî Twitterê ragihandibû ku ewê jibo xurtkirina berxwedanê û berevanîya wan bi Serok Biden re biaxife.
Li ber e Zelenskyy li Kongresa Amerîkî, di civata hevbeş ya bo Civata Senatoran û Civata Nûneran de gotarekê jî pêşkêş bike.