Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Krîza Ukrayna Serdana Ewrupa Dike


Serokê Amerîkî Joe Biden dê hefteya were serdana Ewrupayê bike jibo gotûbêjên rûbirû ligel rêberên Ewrupî derbarê dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê.

Berdevka Qesra Sipî Jen Psaki îro Sêşemê ragihand ku Biden dê ligel rêberên NATO û Ewrupayê di hilcivînekê li Brukselê de 24’ê Adarê kom bibe.

Ewê serokê Amerîkî paşê beşdarî hilcivîneke plankirî ya Civata Ewrupî bibe, ku li wir hewildan tên kirin jibo pirtir toleyan li dijî Rûsya û herwiha jibo zêdekirina alîkarîya mirovî bo Ukraynayê.

Jen Psaki, berdevka Qesra Sipî
Jen Psaki, berdevka Qesra Sipî

Karbidesta Qesra Sipî herwiha anî ziman ku Serok Biden “pir bawerîyê bi diplomasîya rû bi rû tîne. Lewra ev serdan derfeteke jibo wê yekê.”

Hêjayî gotinê ye ku Cîgira Serok Kamala Harris jî hefteya borî serdana welatên NATO Polonya û Romanya kir û ligel rêberên wan krîza penaberên Ukraynî li rojhilata Ewrupayê gotûbêj kir.

Harris di civînên xwe de pêgirî bi piştgirîya hikûmeta Amerîkî bo hevalbendên NATO kiribû.

XS
SM
MD
LG