Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ewê firokên cengê yên F-16 nedin Ukrayna.
Karbidestên leşkerî yên Ukrayna hefteya borî piştî ji welatên Rojavayî soza şandina tankan sitandibûn, gotibû ku ewê bo F-16’an Amerîkî jî danûstandinan bikin.
Li ser pirsa ka ewê Amerîka ji Ukrayna re F-16 bişîne yan ne, Biden got ‘’na’’.
Biden dê îro Sêşemê serdana Polonya bike, lê dema serdanê heta niha jî zelal nebûye.
Polonya, ku cîranê Ukrayna ye, yek ji piştgirên herî xurt yên hikûmeta Kîevê ye.
Kremlîn, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîya li Ukrayna tawanbar dike û dîyar dike ku ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: Reuters