Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Zelenskyy Hefteya Bê li Washington Dicivin


Ji civîneke Biden û Zelenskky di 7'ê Hezîrana 2024'an de li Parîsê.
Ji civîneke Biden û Zelenskky di 7'ê Hezîrana 2024'an de li Parîsê.

Koşka Sipî îro Pêncşemê ragihand ku Serokê Amerîkî Joe Biden dê hefteya bê li Koşka Sipî mêvandarîya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bike.

Berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre got ku Zelenskyy dê bi awayekî cuda ligel Cîgira Serok Kamala Harris jî kom bibe.

“Wê rêber rewşa şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêj bikin, di nav de jî plankirina stratejîk ya Ukrayna û piştgirîya Amerîka jibo Ukraynayê di berevanîya wê ya dijî dijminahîya Rûsyayê,” wê got.

"Serok û Cîgira Serok dê pabendbûna bihêz jibo piştgirîya Ukrayna heta ku di vî şerê de serkeve, dupat bikin," Jean-Pierre diyar kir.

Li gor Koşka Sipî, civîna Biden û Zelenskyy li Washingtonê dê 26’ê Îlonê pêk were.

XS
SM
MD
LG