Serok Joe Biden derengê roja Çarşemê, çend saetan piştî ku testa wî ya COVID-19 pozîtîf derket, ji rojnamevanan re got ku rewşa wî baş e.
Qesra Sipî, nêzî êvarê, demeke kin piştî ku Biden axaftina xwe ya li Las Vegasê ya jibo hilbijêrên bi eslê xwe Latîn ji nişka ve betal kir, ragihand ku Biden bi COVID-19 ketiye.
Berdevka Qesra Sipî Karine Jean-Pierre ragihand ku testa Serok Biden ya piştî civîna wî berî ya li Las Vegasê pozîtîf derketiye û dîyar kir ku nîşanên wî sivik in.
Jean-Pierre dîyar kir ku Biden dijî vîrusê vaksîn li xwe xistiye, hatiye xurt kirin û ewê vegere mala xwe ya li Reheboth ya Delaware û xwe li wir îzole bike.
‘’Serok wê di îzoloasyonê de hemî karên meqama xwe bidomîne û ewê Qesira Siî jî ser rewişa wî agahîyên nû belav bike.’’
Piştî daxuyanîya Jean-Pierre doktorê Biden dîyar kir ku nefesa wî û oksîjena di xwîna wî de li asta normal e.
Doktorê ku navê wî nehat eşkere kirin dîyar kir ku li ser nîşanên wek kuxik û bêhalîyê hene.
Ev rewşa Biden li vê demê rast tê ku hin endamên Partîya Demokrat ji wî dixwazin ku ji berbijarîya jibo seroktîyê vekişe.
Herî dawî endamê Kongresê Adam Schiff dîyar kir ku ger Serokê berê Donald Trump careke din bi ser keve ewê zararê bide zararê bide bingehên demokrasîyê.
Schiff dîyar kir ku fikarên kûr bi wî re çêbûne ku ewê Biden meha Mijdarê di hilbijartinan de bi ser keve yan ne.
Wî got ku her çiqas biryara ser vekişîna ji kempeyna hilbijartinê biryara Biden e jî êdî wext hatiye ku ew meşaleyê bide yekî din.
Washington —