Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Benda Gotara Salane ya Serok Biden E


Serokê Amerîka Joe Biden îşev gotara salane ya bi navê Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) pêşkêş dike ku ew axaftina dawî ya seroktîya wî ye.

Çaverê ye Biden di gotara xwe de qala xwe bike û bal bikşîne ku ew çiqas ji serokê berê Donald Trump cûda ye û daxwaza çar salên din jî Amerîkîyan bike.

Li ber e ku Biden di gotara xwe de herwiha behsa baştirkirina jîyana Amerîkîyan, daxistina rêjeya bilind ya enflasyonê bike.

Dîsa, pêşbînî heye ku Biden di gotara salane de cîh bide krîza mirovahî ya li Gazayê û bal bikşîne ser alîkarîya jibo Ukraynaye.

Qanûna Bingehîn ya Amerîka, di Xala II û Beşa 3 de pêdivî dike ku serok "carna, dem bi dem li ser Rewşa Yekîtîyê agahî bide Kongresê û hin pêşnîyarên ku ew hewce dibîne, ji endamên Kongresê re pêşkêş bike.

Gotara Rewşa Yekîtîyê di rûniştineke hevbeş de li Civata Nûneran ya Amerîkî, bi beşdarbûna endamên Civata Nûneran, Civata Senatoran, Dadgeha Bilind, Kabîneya Amerîkî, civaka nûnertîyên dîplomatîk û fermandarên payebilind yên leşkerîyê pêk tê.

Hêjayî balkişandinê ye Senator Katie Britt ya ji eyaleta Alabama bersîva Partîya Komarî ya hember gotara Biden pêşkêş bike.

Britt li Alabama senatora yekê ya jin e û ew di nava Partîya Komarî de wek stêrkeke gêş tê dîtin.

Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê Çi Ye?
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:19 0:00

XS
SM
MD
LG