Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Îşev Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê Pêşkêş Dike


Serokê Amerîka Joe Biden îşev gotara salane ya bi navê State of the Union anku Rewşa Yekîtîyê pêşkêş dike û tê de bal bikşîne ser babetên herî girîng yên rojeva Amerîka.

Çaverê ye Biden di gotara xwe de cîhekî fireh bide ferqa navbera wî û serokê berê Donald Trump û daxwaza çar salên din jî Amerîkîyan bike.

Medya Amerîkî radigihîne ku Biden di axaftina xwe de qala biryarên xwe bike ku çawa jîyana Amerîkîyan baştir kiriye.

Li ber e ku Biden di gotara xwe de herwiha behsa bacê jî bike û bawerîya xwe parve bike ku divê kesên dewlemend û kompanîyên mezin pirtir bacê bidin û barê Amerîkîyan siviktir bikin.

Dîsa, pêşbînî heye ku Biden bal bikşîne ser “rizgarkirina demokrasîyê û nizimtirkirina enflasyona bilind jî.

Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê Çi Ye?
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:19 0:00

Qanûna Bingehîn ya Amerîka, di Xala II û Beşa 3 de pêdivî dike ku serok "carna, dem bi dem li ser Rewşa Yekîtîyê agahî bide Kongresê û hin pêşnîyarên ku ew hewce dibîne, ji endamên Kongresê re pêşkêş bike.

Gotara Rewşa Yekîtîyê di rûniştineke hevbeş de li Civata Nûneran ya Amerîkî, bi beşdarbûna endamên Civata Nûneran, Civata Senatoran, Dadgeha Bilind, Kabîneya Amerîkî, civaka nûnertîyên dîplomatîk û fermandarên payebilind yên leşkerîyê pêk tê.

Hêjayî balkişandinê ye Senator Katie Britt ya ji eyaleta Alabama bersîva Partîya Komarî ya hember gotara Biden pêşkêş bike.

Jêder: VOA, CBS, Axios

XS
SM
MD
LG