Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Netanyahu Têra Bicihanîna Peymana Derabrê Dîlan Kar Nekirî Ye


Joe Biden Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Joe Biden Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê dîyar kir ku ew nêzî pêşkêşkirina pêşnîyara dawîn e, jibo peymanekê bi armanca azadkirina dîlên di destê Hamasê de li Gazayê.

Biden li Qesra Spî bi rojnamevanan re axifî, piştî ku artêşa Îsraîlê roja Şemîyê ragihand ku cenazeyên 6 dîlên di destê Hamasê de li bajarê Refahê li tuneleke hatine dîtin.

Li ser pirsa gelo ew difikire ku Netanyahu jibo peydakirina peymanek rehîneyê têra xwe dixebite, Biden got "Na".

Biden anî ziman ku ew bawer nake serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu jibo misogerkirina peymanekê bi wî rengî pir tiştan dike. Lê, wî hûrgilî neda.

Li ser pirsa gelo ew plan dike ku vê hefteyê peymanek dawî ya dîlan pêşkêşî her du alîyan bike, Biden got: "Em pir nêzî wê pêşnîyarê ne."

"Hêvî herdem heye û zindî ye," wî got dema ku jê hat pirsîn ku gelo wê peymanek serketî be.

Kuştinên dîlan yên herî dawî rexneyên ser stratejiya agirbesta Gazayê zêdetir kirin, ya ku rêveberiya Biden pêşkêş kiribû.

Herwiha zextên civaka Îsraîlî jî li ser Netanyahu zêde bûne, da ku dîlên mayî bîne malê.

Rexneyên nû yên Biden ji Netanyahu re tê, di demekê de ku ew û cîgira wî Kamala Harris, ku li şûna serok di bû namzeda seroktîya Amerîka ya Partîya Demokrat di hilbijartinên 5’ê Mijdarê de.

Her du rûbirûye bangên berbelav in, yên jibo kiryareke biryardar ku dawîkirina şerê nêzî 11 mehî li Gaza binîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG