Karbidestekî Amerîkî ji Reutersê re got ku Serok Joe Biden şandina mayînên bejayî yên dijî mirovan ji Ukrayna re pejirand,
Pisporên leşkerî bawer dikin ku ew gav û çekên din yên Amerîkî dikarin bibin alîkar ku pêşveçûnên Rûsan ya li rojhilatê hêdî bikin.
Washington ji Ukrayna hêvî dike ku li hindurê axa xwe mayînên nû bi kar bîne, tevî ku Kîevê soz daye ewê wan mayînan li deverên sivîlan nexebitîne.
Amerîka ji destpêkirina şerê dijî Rûsya vir ve mayînên dijî tankan dane Ukrayna, lê şandina mayînên dijî mirovan armanc dike ku pêşveçûna hêzên bejayî yên Rûsî bisekinîne.
Hêzên Ukraynî do Sêşem jî muşekên ATACMS yên Amerîkî bi kar anîbûn ku li nava axa Rûsyayê bixin.
Moskow gotibû ku karanîna ATACMS, muşekên menzîldirêj yên Washingtonê heta niha pêşkêşî Ukrayna kirine, nîşana daxwaza Rojava ya gurtirkirina şer e.
Her Sêşemê, Serokê Rûsya Vladimir Putin guhertin du rêbaza fermî ya çekên navokî kiribû û gotibû ku ger dijî Rûsya êrîşeke muşekî ya bi çekên navokî xurtkirî çêbe, Moskow dikare çekên navokî bi kar bîne.
Sîyaseta nû ya Rûsî herwiha dibêje ku her êrîşeke li dijî Rûsya ya ji alîyê dewleteke endama hevpeymanîyekê wê ji alîyê Moskowê ve mîna êrîşkarîya hemû hevbendîyê were dîtin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku ger Amerîka piştgirîya leşkerî ya jibo hêzên Ukraynî bisekinîne ewê Kîev li hember Moskowê têk biçe.
Serokê Ukraynî Zelenskyy jî êvara Sêşemê ji Fox News ya Amerîkî re gotibû ku jibo serketina wan divê piştgirîya Amerîka bidome.
Jêder: Reuters