Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Pêşbînîya Şerekî Mezin li Rojhilata Navîn Nake


Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê got ku ew bawer nake ku li Rojhilata Navîn şerekî berfireh çêbe.

Biden ser êrîşên Îsraîlê yên li Gaza û Lubnanê û gurbûna girjîya Washington û Tehran ji rojnamevanan re got ku ew dikarin rê li ber şerekî berfireh bigirin û divê ew hewildanên xwe zêdetir bikin.

‘’Ez bawer nakim ku şerekî berfireh û mezin çêbe. Bi nêrîna min em dikarin ji şerekî wisa dûr bisekinin. Li gor rewşa niha gelek kar hene ku divê em bikin."

Li ser pirsên rojnamevanan, ku gelo Amerîka jibo alîkarî bide Îsraîlê leşkerên xwe bişîne herêmê, Biden got ku wan jixwe alîkarî daye Îsraîlê û ewê berevanîya Îsarîlê bikin.

Tehranê roja Sêşemê ser êrîşên hêzên Îsraîlî yên li Lubnanê bi muşekan êrîş birin ser Îsraîlê û ew dewlet niha hazirîya bersîvdanê dike.

Îsraîlî û Filîstînî bi dehan sal in şer dikin, lê pevçûnên dawî bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’yan re gur bûn ku di wan êrîşan de li gor Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatin girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 41,000 Filîstînî hatine kuştin.

Bi êrîşên Îsraîlê re li Gaza krîzên koçberî û birçîbûnê gur bûn û îdîayên komkujîyê çêbûn ku Îsraîlê wan îdiayan red dike.

Karbidestên Lubnanê jî dîyar dikin ku di êrîşên Îsraîlê de bi sedan kes hatine kuştin, bi hezaran kes birîndar bûne û pirtir ji 1 mîlyon kes koçber bûne.

Îsraîl dibêje ew li Lubnanê êrîşan dide ser navendên Hizbullaha bi piştgirîya Îranê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG