Qesira Sipî îro Pêncşemê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê 21’ê Îlonê bi rêberên Australîa, Hîndistan û Japonya re bicive.
Berdevka Qesira Sipî Karine Jean-Pierre dîyar kir ku civîna çar rêberan wê bi mazuvanîya Biden li Delaware çêbe.
Jean-Pierre armanca hilcivîna çar rêberan xurtkirina peywendîyên stratejîk e û pêşvebirina vîzyona hevbeş ya jibo herêma Hînd-Pasîfîk e.
Wê got ku ewê rêberên her çar dewletan bala xwe bidin ser kêrhatinên berbiçav yên jibo herêmê.
Jêder: Reuters