Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Leşkerîya Amerîkî Wê Xwarin û Pêdivîyên Bingehîn Bavêje Gazayê


Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê ragihand ku ewê bi firokên leşkerî xwarin û pêdivîyên bingehîn bavêjin Gazayê.

Biden got ku avêtina alîkarîta miroivahî ya ji esmên wê di rojên pêş de pêk were, lê wî ti hûrguliyên din pêşkêş nekirin.

"Divê em pirtir tiştan bikin û wek Amerîka emê pirtir tiştan bikin jiber ku alîkarîya ku bigiheje Gaza wê ne bes be,"Biden ji rojnamevanan re got.

Dewletên din yên wek Urdun û Fransa jî berî niha bi heman awayî alîkarîya mirovahî gîhandibûn Gaza.

Ofîsa Karên Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku bi kêmî ve 576,000 kesên ku li Kerta Gaza dijîn, anku çaryeka nîfûsa hemî herêmê rûbirûyê birçîbûnê ne.

XS
SM
MD
LG