Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê bang li hemwelatîyên li Florida kir ku berî giheştina Baroveya Milton ji malên xwe derkevin û ber bi herêmên ewle ve herin.
Rêvebirên eyaleta Florida li deverên ku dikeve bin bandora Baroveya Milton fermana valakirina malan derxistibû, lê hin hemwelatî ji malên xwe dernakevin.
Biden hişyarî da ku encamên baroveyê dikarin pir wêranker bin.
"Ev dikare bahoza herî xirab ya nava sed salên borî ya li Florida be. Xwedê bike ku ew yek çênebe, lê tiştê ku aniha xuya dike ew e," Biden got.
Serok Biden lêzêde kir û got ku wî çend ragihandinên rewşa awarte yên berî giheştina baroveyê erê kirine.
Biden herwiha ji kompanîyên firînên xwest ku alîkarîya prosesa veguhastina hemwelatîyan bikin û tûşî karê bilindkirina buhayê bîletan nebin.
Jêder: Reuters