Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Kuştina Eygi Nayê Qebûl Kirin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê ser kuştina xwenîşandera Amerîkî Ayşenur Ezgî Eygi got ku bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Biden dîyar kir ku Îsraîl jibo bûyerên wek kuştina Eygi, ku dijî berfirehbûna warên cîwarkirîyan di protestoyê de bû, neqewimin hin gavan biavêje.

‘’Divê hesabdayîneke tam hebe. Îsraîl jibo bûyerên wisa careke din neqewimin divê zêdetir tiştan bike.’’

Wî got ku Îsraîlê berpirsîya kuştina Eygi girtiye ser xwe, lê hikûmeta Washingtonê dixwaze ser şertên kuştina Eygi di danûstandinan de be.

Eygi ya 26 salî, ku hemwelatîya Tirkîyê ye jî, Îna borî li Beita ya nêzî Nablusê ya Kenara Rojava dema di meşa protestoyê de hatibû kuştin.

Îsraîlê ser kuştina Eygi got ku qeza ye.

Biden got ku ew tundûtûjîya li Kenara Rojava ya ‘’cîwarkirîyên Îsraîlî yên tundrê’’ û ‘’terorîstinê Filîstînî’’ şermezar dike.

Wî dîyar kir ku ewê piştgirîya wan polîtîkayan bike ku çi Filîstînî çi Îsraîlî hemî alîgirên tundrêbûnê wek berpirsên gurkirina girjîyê û çênebûna aştîyê dibînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG