Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Biden Rojbûna Xwe ya 81'ê Pîroz Dike


Biden 81 Salî ye
Biden 81 Salî ye

Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê rojbûna 81 saliya xwe di atmosferek malbatî ya bê qeleablix de dûrî merasîmên fermî pîroz dike, lê dîsan jî rojbûna wî sîberê li helmeta jinûve hilbijartina wî bo serokatiya Amerîka dike.

Tê texmînkirin ku Biden cardî li hemberî rikeberê xwe yê berê Donald Trump bikeve pêşbirka serokatiyê.

Biden dibe yekemîn serokê Amerîka yê herî temendirêj ku li Qesra Spî desthilatdariyê dike.

Niha gorûbêjek li ser temenê wî heye derbarê ka ewê bikare di gera duyê de serokatiya Amerîka bike. Biden temendirêjtirîn serok e di dîroka Amerîka de ku ji Ronald Reagan jî mezintir e dema ku di 77 saliya xwe de bo cara duyê hat hilbijartin.

Eger ku bo hilbijartinên 2024'an weke serok hat hilbijartin, dê Biden li dawiya desthilata xwe bibe 86 salî.

Medya Amerîkî dibêje temenê Biden sîberê li berbijariya wî ya gera duyê dike û dengderên Amerîkî dipirsin ka ewê şiyana wî ya bedenî û eqlî hebe ku bikare Amerîka birêve bibe.

Malpera Bloomberg got, "di jiyana Biden ya siyasî ya 53 salî de temenê wî astengiya herî mezin e li hember kempeyna hilbijartinê."

Biden ji derveyî pirsgirêka ku sala 1988'an di damareke mejî de çê bûbû, rastî ti pirsgirêkeke tenduristî ya cidî nebûye.

Koşka Spî tekez dike ku Biden xwedî tendurstiyeke başe û têra dike ku karê xwe bike û fermandariya Hêzên Çekdarî bike.

Lê gelek Amerîkî bi guman li temenê wî dinêrin û dibêjin ku bo gera duyê ewê nikaribe karê xwe baş birêve bibe.

XS
SM
MD
LG