Karbidestekî payebilind yê rêveberîya Amerîkî îro Çarşemê ji rojnamevanan re got ku Serok Biden wê roja Şemîyê li kêleka hilcivîna APEC li Lima ya paytexta Peru bi serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtinekê bike.
Karbidestê Amerîkî di civîna ser telefonê de got ku ji vê hevdîtinê zêde encamp yan sozên girîng nayê çaverê kirin.
Ev, hevdîtina sisêyan ya navbera her du rêberan e ku di serdema seroktîya Biden de pêk tê û her du rêber cara dawî nêzî saleke berê li Woodside, California civîbûn.
“Çaverê ye ku Biden civînê jibo hewilên jibo rêvebirina maqulane ya rikeberîya dualî, destpêkirina danûstandinên leşkerî yên sala borî û hewilên hevbeş yên jibo rêgirtina li bazirganîya neqanûnî ya fentanyl û têkoşîna dijî xeterîyên Hişberîya Çêkirî (AI) û pirsgirêkên guherîna îklimê bi kar bîne” heman karbidest got.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku Biden ji Xi re dilgiranîya xwe ya ser piştgirîya wan ya ji Rûsyayê re eşkere bike û herwiha hember êrîşên sîber yên ser torên Amerîkî û kiryarên bazirganî yên Çînî hişyarî bide Xi.
Jêder: AP