Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Saziyên Sivîl li Tirkîye Banga Rawestandina Şer û Pevçûnan Dikin


Bi Sedan Saziyên Sivîl li Tirkîye Banga Rawestandina Şer û Pevçûnan Dikin
Bi Sedan Saziyên Sivîl li Tirkîye Banga Rawestandina Şer û Pevçûnan Dikin

649 Saziyên Civaka Sivîl yên 20 bajaran, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Diyarbekir komcivîneke li dar xistin. Komcivîn roja Sêşemê bi encamnameyeke bi dawî bu.

Di encamnameyê de banga rawestandina operasyonan û bê çalakiya PKK'ê hate kirin. Her wiha hate xwestin ku siyasetmedarên Kurd û mexdûrên TMK'ê serbest bên berdan. Nûnerên saziyan xwestin qanûneka bingehîn ya demokratîk bê avakirin. Di encamnameyê de hatiye diyar kirin ku ji bo çareseriyê kê dibe bila bibe, bila ji bo çareseriyê pê re bikevin diyalogê. Her weha ji bo vê yekê serokê PKK Abdullah Ocalan re jî ji bo çareseriyê diyalog bê destpêkirin.

Encamnameya komcivinê ji aliyê Seroke Odeya Tabîban a Diyarbekirê Şemsettîn Koç xwend. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin bi tundûtujî û pevçûnê pirsgirêka Kurd çareser nabe. Her wiha pevçûnên li herêmê dibe egera têkçûna aboriyê. Ji ber hindê pêşî li operasyon û pevçunan were girtin, ji bo vê divê jî gav were avêtin.

Şemsettîn Koç diyar kir ku ji bo çareseriyê divê di demekî herê nêz de her du aliyên pevçunan dev şer berdin, divê artêşa tirkiyeyê dest ji operasyonan berde, PKK jî çalakiyan bi dawî bike.

Çend xalên encamnameyê ev in:

- Ji bo çareseriya pirsgirêkê rola qanuna bingehîn pir mezin e jiber hindê bila qanuneka bingehin ya demokratîk bê çêkirin.

- Pêwiste zagona partiyên siyasi bê guhertin û benda % 10 ya hilbijartinê bê daxisitin.

- Qanûna ku ji bo zarokên maxdurê TMK divê bi lezgînî were amade kirin, zarok bên berdan her bila TMK jî bê rakirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG