Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Kêmî ve 106 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Cihên teqîn û êrîsên roja Duşemê, 23'ê Tîrmehê.
Cihên teqîn û êrîsên roja Duşemê, 23'ê Tîrmehê.
Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema zincîreka teqîn û êrîşan roja Duşemê li Îraqê bi kêmî ve 106 kes hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.

Teqîna herî mezin li bajarê Tacî bû. Nêzîkî 40 kes li wî bajarî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Karbidest herwiha dibêjin, di êrîşeke çekdarî li bingehekê leşkerî li bakurê Bexdayê bi kêmî ve 15 leşkerên Îraqî hatin kuştin.

Di yekem daxuyanîya ser toreya înternetê de, rêberê nû yê al-Qayide li Îraqê roja Yekşemê îdia kir ku tora mîlîtan vedigere wan deverên ku di dest hêzên Amerîkî û hevbendên wan yên Sunnî de bûn berî vêkêşana Amerîkayê di dawîya sala bihurî de.

Rêberê al-Qayide got ku komela wî operasyonan amade dike jibo azadkirina girtîyan û terorkirina karbidestên Îraqî.
XS
SM
MD
LG