Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexdadî Banga ''Domandina Cîhadê'' Dike


Piştî salekê dengekî nû yê ku tê îdia kirin ku yê Ebubekir El Bexdadî ye hat belav kirin.

Di qeyda nû de, ku ji Telegramê hat weşandin, Bexdadî banga ‘’domandina cîhadê’’ dike.

Bexdadî dijî dewletên wek Amerîka, Rûsya, Erebîstana Saudî, ku li hember Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin, gefan dixwe.

Deng yê Bexdadî ye yan ne hîn tespît nebûye, lê jiber ku di Cejna Qurbanê de hat belav kirin bal kişand.

Di tomara deng de, tê gotin ku li Îraq û Sûrîyê hin ax ji destê DAIŞ’ê derketine, lê divê alîgirên DAIŞ’ê bo vê nekevin fikaran û têkoşîna wan jî ne tenê di herêmekê de ye.

Di qeyda ku tê îdia kirin ku yê Bexdadî ye, ji alîgirên DAIŞ’ê yên li welatên rojava tê xwestin ku li wan deran êrîşan pêk bînin.

DAIŞ’ê di sala 2014’an de kontrola hin herêmên li Sûrîyê û Îraqê bi dest xistibûn û ‘’xîlafet’’ ragihandibû.

DAIŞ, ji bajarên mezin yên Îraqê vekişîya û li Sûrîyê jî têkçûneke mezin xwar. Li herêmê têkoşîna dijî DAIŞ’ê didome.

XS
SM
MD
LG