Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Beşaretî: Divê Hêzên Kurdî li Dîyale Tesbît Bin


Parlamenter Fazil Beşaretî.
Parlamenter Fazil Beşaretî.

Di demekê de ku rewşa çend deverên parêzgeha Dîyale aloz dibin, Herêma Kurdistanê biryar da ku hêzên Kurdî biçin wê parêzgehê jibo parastina xelkê wan deveran, piştî Kurd rastî hêrişan hatin.

Hevdem, parlemantoya Herêma Kurdistana Îraqî roja Çarşembî kom bû jibo encamdana gotûbêjan li ser rewşa wan deveran.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, parlamenter Fazil Beşaretî got ku endamên parlemantoyê hevbîr in ku hêzên din yên Kurdî biçin wan deveran û her li Dîyale bimînin jibo parastina xelkê wê parêzgehê, bi taybet Kurd.

Birêz Beşaretî dibêje, daxwaza serekî ya xelkê wan deveran, tesbît bûna hêza Peşmerge ye li Dîyale jibo parastina wan.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Beşaretî, lînka “Guhdarî kirin” li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG