Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) endamên gruba tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji navenda bajarê Kobanê derxist, niha operasyonên xwe li gundan didomîne.
Di vê hevpeyvîna taybet de, Fermandarê Giştî yê YPG'ê li Kobanê, Mahmud Berxwedan li ser operasyonên rizgarkirina gundan agahîyên taybet dide.
Berxwedan dibêje, heta niha 95 ji sedê gundên Kobanê ji DAIŞ hatine paqij kirin û jibo gundên mayîn jî operasyonên wan didomin.
Berxwedan îdiayên kuştina sîvîlan ji alîyê firokên koalîsyonê red dike û wek lîstokeke DAIŞ'ê dinirxîne.
"Gundê Bîrmehlê gundê Kurdan e rûniştvanên wî ji mêjve ji wê derê derketine. Çawa dibe ku hemwelatîyên Ereb li wî gundê Kurdan têne kuştin? Divê ew xal bê ron kirin."
Berxwedan dîyar dike ku firokên koalîsyonê pir bi baldarî êrîşên xwe dikin û di mijara sîvîlan de jî gelek haydar in.
"Ji roja ku firokên hevpeymanîyê li Kobanê dest bi êrîşên kiriye, heta niha ti sîvîl zîyan nedît jiber ku firokên koalîsyonê li ser sîvîlan pir hesas in."
Berxwedan dibêje, îhtîmal e DAIŞ'ê sîvîlên Ereb ji cîhên din anîbe wî gundî ku dijî êrîşên koalîsyonê wek mertal kar bîne."