Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Barselona Girt Ser Xwe


Li Barselona ya Îspanya, ajotvanek bi kamyoneke sipî ket nav girsêya pêyayan û bi kêmî ve 13 kes kuştin û 100 kesên din jî birîndar kirin.

Berpirsîya êrîşa ku li La Rambla ya turîstîk pêk hat, Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.

DAIŞ’ê, berpirsîya êrîşê di ser ajansa Amaq’ê re ragihand.

Rêxistina tundrê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku êrîş ji alîyê ‘’leşkerên Dewleta Îslamî’’ ve hatiye li dar xistin û dijî ‘’êrîşên ku koalisyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê û Îraqê li dar dixîne bersîvek e’’

Li gor daxuyanîya polîsên Barselona, ajotvanê kamyonê piştî êrîşê bi meş revîyaye

Karbidestên ewlekarîya Îspanya dîyar dikin ku du kesên peywendîyên wan bi êrîşê re hene hatine desteser kirin, lê ti ji wan ne ajotvanê êrîşvan in.

XS
SM
MD
LG