Di nav van her du salên dawî de, li ser zimanê Kurdî, hem di qadên sîyasetê de, hem di warên sazîyên sivîl de tevgerek çêbûye. Ji alîyê dewletê ve, di çarçoveya “Rêvekirina Pirsa Kurdî de” jibo zimanê Kurdî çend gav hatin avêtin, Lê, Kurd dixwazin zimanê wan wek zimanek fermî li Tirkîyê bê bikar anîn.
Bo behs kirina li ser wê pirsê, di nav bernameya vê carê ya Hello Washington ya pişka Kurdî Dengê Amerîka, hevkar Xelefê Zêbarî mêvandarîya nivîskar Edîp Polat ji Diyarbekirê û Samî Tan, Serokê Enstîtuya Kurdî li Stenbolê û Dr. Husên Habeş, zimanzan kir. Bo guhdarî kirinê, li ser fayla dengî klîk bike.