Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Sîstan-Belucistanê re Cara Yekê Walîyekî Beluc Erkdar Dike


Hikûmeta Îranê îro Çarşemê cara yekê walîyekî Belûc ji istana Sîstan-Belucistanê ya başûrê rojhilatê welêt erkdar kir.

Berdevka hikûmeta Îranê Fatima Mohaceranî piştî civîna kabîneyê got ku Mensûr Bijar di civîna bi pêşengîya Serok Mesûd Pizişkîyan de wek walîyê Sîstan-Belucistanê hat bijartin.

Bijar, 50 salî ye û endamekî kêmanîya etnîkî Belucan e ku bi piranî Sunnî ne.

Erkdarkirina Bijar piştî êrîşa kujer ya koma cîhadî ya Sunnî Ceyş El-Adl (Artêşa Dadmendîyê) tê ku li Sîstan-Belucistanê herî kêm 10 polîs hatin kuştibûn.

Sîstan-Belucistan dikeve ser sînorê Afganistan û Pakistanê û yek ji herêmên herî xizan yên Îranê ye.

Ew istan demeke dirêj e ku bûye xala navendî ya êrîşên li ser sînor yên cudaxwazên Bulucî û tundrêyên Sunnî ye û pir caran pevçûn di navbera hêzên ewlekarî û komên çekdar de derdikevin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG