Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê li Çargoşeya Bin Kontrola Rejîmê Belavokên Dijî Îranê Hatin Belav Kirin


Li bajarê Heseke belavok dijî hebûna Îranê li navçeyê hatine belavkirin, di encam de istixbarata Sûriye 6 kes bi tohmeta belavkiirna wan belavok li çargoşeya ewlekariyê girtin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li bajarê Heseke belavok dijî hebûna Îranê li navçeyê hatine belavkirin, di encam de istixbarata Sûriye 6 kes bi tohmeta belavkiirna wan belavok li çargoşeya ewlekariyê girtin, piştî lêkolînê her 6 kes hatin berdan.

Di wan belavok de hatiye gotin:

“Kiryar û binpêkirinên milîsên Îranê metirsiyek li ser pêkhateya civakî û eşîrî li Hesekê.

Ciwanên azad ên Hesekê ji milîsên Îranî û Hizbullaha Lubnanî bihêztir û jîrtir in.

Îranê ji rewşa xirab a aborî sûdê dikin da ku kurên Hesekê weke çete tevlî nav xwe bikin û ji bo xatirê xwe bidin kuşt in.

Em ciwanên azad ên êlên Hesekê, bang li gelê xwe û rûsipiyên eşîrên xwe dikin ku li hemberî van çalakiyên erzan bibin yek ”.

Di dawîya belavokê de hat nivîsandin:

”Na ji Hizbullaha Lubnanî û projeya Îranê re... Bijî Hesekê û Sûriyê azad û serbilind.”

Şopîner bawerdikin ku nakokîyên navbera Îran û Rûsîyayê li tevahî sûrîyê li deverên jêr kontirola Rêjîmê de dibe sedema alozîyên berdewam.

Her alîyek hekarên xwe yên sûrî dijî hev bikartîn in. ev li Dera,Siwêdayê û Hesekê çen caran derket holê.

Şopîner Dilbirîn Xelo dibêje ku :

”Li Hesekê di hundirê çarkoşeya ewlekarî ya jê kontirola rêjîmê berdewam alozî navbera hekarê herdû alîyan derdikeve holê. ”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Temûza borî de jî, li çargoşeya ewlekarî li nav bajarê Heseke belavok dijî hebûna Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên Îranê hatibûn belavkirin.

ZO_08_25_2022_Belavok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:01 0:00

XS
SM
MD
LG