Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belarûs Bo Bersivdana Sizayên YE, Gelek Pîvanên Tund Dîyar Dike


Alên Yekîtiya Ewrupa
Alên Yekîtiya Ewrupa

Belarûs îro Duşemê ji nûnerê Yekîtîya Ewrupa (YE) yê li paytexta xwe Minsk re got ku jibo pêkanîna şêwirmendîyan divê vegere Bruksel.

Hevdem, Belarûs dîyar kir ku wek bersîvdayîna toleyên YE, ewê alîkarîya xwe ya dijî koçberîya neqanûnî de ya bo YE ya bi 27 welatên endam re,rawestîne.

YE, hefteya borî jiber bi zorê rawestandina balafira Ryanair û desteserkirina rojnamevanekî rexnegir, dijî Belarûs toleyên berfireh ragihand in, ku pîşesaziyên wê yên sereke yên hinardeyê û darayî armanc digire.

Karbidestên Belarûsî balafira, ku ji Atînayê diçû Vilnius, di 23'ê Gulanê bi zorê daxistin û rojnamevanê rexnegir Roman Protasevich û hevala wî Sofia Sapega girtin, û ev bûyer hêrsa navneteweyî ya dijî Belarûs zêde kir.

Wezareta Derve ya Belarûs bersîva xwe ya ser toleyên YE îro Duşemê ragihand û got ku ew nûnerê xwe yê domdar yê li Bruksel jibo şêwirmendîyan paşve dikşîne.

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku jibo karbidestên YE yên pirsîyarên toleyan in, ketina hindûrê Belarûsê hatiye qedexe kirin.

Hevdem, wezaretê da zanîn ku ew li ser pîvanên tolhildana aborî ya dijî YE, dixebitin "Em hêvî dikin ku haya karbidestên YE û yên welatên endamên wê ne, bi karanîna nêzîkatiyek bi zordar, ji ziyanê û têkbirina di peywendîyên bi Belarûs re derketîye holê, heye, " wezaretê got.

Wezaretê bi berdewamî got ku Belarûs beşdarîya xwe ya di Hevkarîya Rojhilata YE de, dide rawestandin, polîtîkaya ku armanc digire peywendîyên YE bi cîranên welatên berê yên komunîst re, kûrtir bike.

Belarûs ê ragihand ku ewê peymana jinûve qebûlkirinê ya bi YE re jî rawestîne, ku pêyvajoya destnîşankirina kesên ku neqanûnî sînorê hevpar derbaz dikin, diyar dike .

XS
SM
MD
LG