Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belarûs Dibêje Wê Welatîyên 35 Dewletên Ewrupa Karibin Bê Vîza 90 Rojan li Welêt Bimînin


Ala Belarûsê
Ala Belarûsê

Belarûsê îro Çarşemê ragihand ku ewê jibo welatîyên 35 dewletên Ewrupa destûra bê vîza ya 90 rojî bide.

Minsk, ku hevbenda nêzîk ya Moskowê ye, dîyar kir ku ew bi vê gavê dixwaze nîşan bide ku nîyeta wê heye ew girjîya bi welatên Rojavayî re kêm bike.

Bi destûra nû wê welatîyên 35 dewletên wek Almanya, Brîtanya û Fransa karibin bê vîza herin Belarûsê û di salekê de heta 90 rojan li wir bimînin.

Niha welatîyên ji wan dewletan dikarin li Belarûsê bi tenê 30 rojan bimînin û divê ew jibo çûyîn û hatinê Firîngeha Mînskê bi kar bînin.

Servîsa Sînor ya Neteweyî ya Belarûsê ragihand ku ewê destûra nû roja Înê karîger bibe.

Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko ji 1994’an vir ve li desthilatê ye û hevbendekî nêz yê Serokê Rûsya Vladimir Putin e.

Lukashenko sala 2022’an destûr dabû Rûsya ku ew jibo bi hezaran leşkerên xwe bişîne Ukrayna axên wê bi kar bîne ku piştî vê destûrê dewletên Rojavayî dijî Mînskê toleyên nû ragihandibûn.

Wî hefteya borî ferman da leşkerên li sînorê Ukrayna ku vekişin ku bi vê yekê nîşanên kêmkirina girjîya bi Kîevê re çêbûn.

‘’Niha bi Ukraynîyan re ti problem tune ye, û ez hêvî dikim ku ewê ji vir û pê ve ji tune be,’’ Lukashenko got.

Welatîyên Letonya, Lîtwanya, Polonya, ku dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) ne û cîranên Belarûsê ne, dikarin bê vîza 90 rojan li wî welatî bimînin.

Letonya vê hefteyê li ser paketeke nû ya toleyan sînorên axa xwe li hin maşîneyên bi plakaya Belarûsê qedexe kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG