Pisporek di warê avahasaziya bajar û giringiya xwezayê de dibêje ku peravên Behra Wanê tevî qanûna parastinê 353 hezar metrên çargoşe hatin dagirtin.
Li gor gotara zanîstî ya lêkolîner Ronya Emel Aydin, di navbera salên 2005 û 2021’an de bi destê rêvebirîyên xwecihî 353 hazar metre çargoşe cîhên avî li peravek behra Wanê hatine dagirtin.
Avahîsaza peyzajê û doktorayê Ronya Aydin ku li Zanîngeha Wanê lêkolînera xweza û bajara ye, bi kar anîna daneyên dîmenên stalaytan (uydu) û dahûrînan encamên balkêş derxistine.
Ev analîzên girîng sal bisal çawa cîhên avî winda an jî bi destê rêvebirîyan hatine wêran kirin, nîşan dide.
Aydin li ser lêkolîna xwe bo Dengê Amerîka axift û bal kişan ser girîngîya cîhên avî ku çawa li hember guhartina keş û hewayî an ku kirîza Îqlîmê wekî mertalek zîndîye.
Aydin dibêje ku cîhên avî piştî dem û pêvajoyek gelek dirêj çêdibin û wekî daristanên tropîk jibo ekosîstemê herî cîhên biqawet, girîng û hewcedar in.
“Cihên avî wek perdeyekî di navbera av/behr/gol û erd/cihên bejayî de cîh digire. Eve jî kêrî çi tên; parastina herêmên peravê û deltayan, dabînkirina av û xwê, kêmkirina bandorên karesatên xwezayî, têkariya cihêrengiya biyolojik, derfetên tûrîzm û rekreasyonê, beşdarbûna çerxa ax û xurekê…”
Peravên behra Wanê heya 2022’an bi “Qanûna peravan” dihat parastin. Lê piştî wê dîrokê hikûmetê bi “Plana Çalakîya Parastina Behra Wanê” statûya derdorê behra Wanê hilda bin qanûna “Herêma parastinê ya Xwezayî” û ev yêk di hejmarek dezgehên ragihandinê de wek keyfxweşî hat pêşwazî kirin. Lê Aydin îdîa dike ku ev bîryarek gelek xirab û bizerar bû.
“Di nava beşên parastina peravan de 3 cûreyên statû hene û sitatûya ku bo hehra Wanê hatî dîyar kirin jî ya heri qels. Ev statûye rêya talankirinê û dagirtinê vediket. Tişta herî giring guherina vê statûye ye. Heta em dişêyn bêjin ‘Qanûna Peravê’ ev herêm baştir diparast.” Aydinê got.
Wê behsê xebata xwe ya ser peravên behra Wanê ku dikeve alîyê keleha Wanê kir û got ku li gor tespîtên wan 353 hezar metre çarkoşe peravên behra Wanê hatine talan kirin.
“Me gotarek zanistî li ser vê herêmê weşand. Min bo vê lêkolînê data û dîmenên stalaytan (uydu) daxistin û dahûrîn kirin. Ji sala 2005ê heta 2021ê ev herêm çend guheriye, tespîta wê hate kirin. Encaman nîşa me da ku ev cihê avî ku divîya bû teqez were parastin, ji bilî rêyan 353.000 m² hatiye dagirkirin û 8.5 km rê hatiye çêkirin. Ev encam yên sala 2021an e. Bawerim 3 salên derbas bûyî da jî ev dagirkirin berdewam kir.”
Rêya li perava Behra Wanê ku bi çavkanîyên Bajarvanîya Wanê hatibû çêkirin, ji hezar û 200 mitroyan pêk dihat û hejmarek tesîs jî li rexê rê jî hatine avakirin. Walîyê Wanê Ozan Balci ku ew berya hilbijartinên 31’ê Adarê qayumê Bajarvanîya Wanê ye, serê vê salê di vekirina rê de dîyar kiribû ku wan bo xizmeta Wanê ev xebat kirîye û çî zirar û zîyan nedaye jîngehê.
Lê Aydin balê dikêşînê ku ev sazî, sazîyek fermî ye û ew qanûnan binpê dike.
“Ya xirab ew e ku ger cihek xudan statû û pêşçav, bi destê bajarvanîyê ev qas tê talankirin bo cihên din emê çî bikin? An jî em dizanin li wan derên neberbiça çî tê kirin? Cihek mîna Wanê ku hezaran sale bi pirsgirêka avê ve mijul dibe, çawa dibe ku çavakanîyên avê bi destê xwe xirab dikin? Mixabin, ew tişta ku em bi destê xwe xirab dikin, teqez û teqez wekî berê nabe. Dema em bi temamî bê av man, ajal û çûke wan deran nehatin û her baranekê da lehî rabî..em dê kê sûcdar biken?”
Aydinê ji bilî guhartina peravên behra Wanê yên li kêleka keleha Wanê, li ser tevahîya erdnigarîya cîhên avî yên bajêr jî tespît kirine. Wê datayên herî kevîn yên sala 1990an heya 2018an li ser sîstema CORINE’ê wergirtiye û li gor tespîtên wê heya niha nêzî 22 mîlyon metre çarkoşe cîhên avî winda bûne. Ew dibêje ku eger wan zanîba di guhartina keşûhewayî (kirîza îklîm) de mîtro çargoşeyek cîhê avî çîqas Karbûn (carbon) vedişêre, dê baştir qîmeta bizanîn.
Li gor gotara Aydinê ku daneyên 49 salan a îstasyonên meteorolojîyê û parametreyên avhewayî nîşa dide ku rewş ber bi xirabî, bêavî û germahîyê ve diçe. Di heman gotarê de tê dîyar kirin ku ger ev rewşa xirab berdevam bike, rojbiroj bêavî dê zede bibe û ev dê bi awayekî dijwar li ser hemî jîngehê têsîr bike.
Aydin bo çareserîya talankirina cîhên avî got ku weran kirina cîhên avî nepêkan e ku di demek kin de mîna berê bê kirin û got ku ji bo her cîhê hatî dagirtin divê nêzîkbûnek zanîstî û hişmedîyek parastina xwezayê hebe.
Ronya dide zanîn ku ew bo çareserî hertim amadene, lê wê got ev kar bi gotinan çênabe “Statûya Hewzeya Wanê çend zû were guhartin hin baş e û divê wek “Qada Hesas a Teqez Were Parastin” were dîyar kirin. Cihên avî li Wanê gelek in, divê hemî werin tespît kirin û bibin xudan statûyek parastî. Ava gemar a nava malan di herike behrê û eve ekosîstema behrê xirab dike.”
Aydin, di dawîyê de got ku “Çendî ku şerê me li dijî xwezayê bît em dê têkbiçin. Divê em bikevine ser kurm û kirasê xwezayê. Em parçeyek wê ne, ne tiştek din.”
Li ser tespît û şiroveyên Aydinê Dengê Amerîka (VOA) xwast ku ji Hevbajarvanên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku ew di 31 Adarê de wek hevbajarvanên nû hatin bijartin, pirsên ku gelo ew dê bo peravên behrê yên hatî dagirtin tiştek bikin an ne? Lê wan heya amadekirina vê raportê bersiva pirsên me nedan.