Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozyel: Çareserîya Pirsa Kurd Azadîya 20 Mîlyon Kurd e


Newroza Dîyarbekirê
Foto: Hatice Kamer
Newroza Dîyarbekirê Foto: Hatice Kamer
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel ser pêvajoya aştîyê daxiyanîyên girîng dan.

Birêz Bozyel dibêje, ew pêvajo gaveke erênî dibînin jiber ku şerê çekdarî fayde nade keseki. "Ne Kurd ne jî dewlet dikarê bi şer û pevçûnê bigiheje miraza xwe."

Bozyel rexne li Serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî jî rexne dike ku heta niha gavên girîng navêtine.

"Nav Kurdan hin bendewarî hebûn ku hikûmet gavên girîng bavêje û pevajo pêşve bide. Lê, xuya dibe ku AK Partî pirsa Kurdî di çarçoveyeke teng de difikre û bi çend mafan vê pirsê çareser bike".

Bayram Bozyel balê dikşîne ku pirsa Kurd bi azadîya 20 mîlyon Kurd girêdayî ye û divê nasnameya Kurd were qebûl kirin.


please wait

No media source currently available

0:00 0:06:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG