Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aliyên Sûdana Başûr Pêkhatina Aştiyê Îmza Dikin


Piştî du rojan ji diyalogê, serokê Sûdana Başûr Salva Kiir û serokê çekdarên rikaber Riek Machar û bi hevkarîya serokê Sûdanê Omer El-Başîr, li paytext Xertûm, gehiştin pêkhatinekê ku, hewil bidin şerê navxwe yê wî welatî bidawî bînin.

Wezîrê derve ya Sûdanê, El-Dardîrî Mihemed Ehmed ragihand ku, aliyên bi nakok li Sûdana Başûr, Çarşemê li paytext Xertûm pêkahtina aştiyê di navbera xwe de îmza kirin, pêkhatin ji çend xalan pêk tê, lê peyvdarê hêzên şerker gotîye, ku hêjî li ser hin xalan ne gihane encaman û pêkhatin bi temamî bi encam nebûye.

Li gor ajansa Reuters, El-Dardîrî dibêje, di 72 demjimêran de piştî îmza kirina pêkhatina aştiyê, divê xalên pêkhatinê bi encam bibin, pêşî divê agirbest bihê ragihandin,"korîdorên gehiştina pêdawistiyên mirovahî bihên vekirin, dîl serbest bihên berdan, çekê grûbên çekdar bihên top kirin û çek bi tenê di destên hêzên hikumetê de bimîne ku hêza gel hemiyê be".

Piştî 120 rojan ji îmzakirina pêkhatinê, hikumetek veguhêz dê bihê avakirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku ev çend salin Başûrê Sûdanê serxwebûna xwe wergirtîye, lê aliyên nakokbar û hevdij li wî welatî ji 2013an vir ve, her tim di nava şer û pevçûnan de ne, 100 hezaran kes ji warên xwe koçber bûne û hejmarek zêde ya koçberan qesta welatên dewrûber kirine.

XS
SM
MD
LG