Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî îro serdana Enqerê kir û bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîn.
Li Tirkîyê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek hewildan tên meşandin. Di demeke wiha de serdana Barzanî ya Enqerê di nav çapemenîya Tirkîyê de jî wek sorprîz hate nîşandan.
Mesrûr Barzanî pêşî li gel Hakan Fîdan civîya û Erdogan jî li Beştepeyê pêşwazîya wî kir.
Piştî hevdîtinan daxuyanîyek nehat dayîn, lê li gor hin pêzanînan, tê dîyar kirin ku di van hevdîtinan de li ser pirsgirêka Sûrîyê, nefta Herêma Kurdistanê, enerjî û têkilîyên dualî hatine rawestandin.
Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîs a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, serdana Barzanî û hevdîtinê li gel Erdogan û Fîdan ji Dengê Amerîka re nirxand.
“Hatina birêz Mesrûr Barzanî bi ya min bi mesela çekberdana PKK û Rojava re girêdayîye. Tirkîyê dixwaze ku vê pêvajoyê bi wan re jî parvebike û piştgirîya wan bigre.”
Bozyel li ser hewildanên Herêma Kurdistan jî rawestîya û ragihand ku ew der dikare navbenkarîyeke jî bike.
“Li vê derê Başûr dikare di navbera Tirkîyê û PKK’ê de navbeynkarî bike, jibo safîkirina çek û hin tiştên din. Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jibo îtifaqa Kurd û Tirk dikarin roleke mezin bilîzin. Li Sûrîyê ana di navbera ENKS û HSDê, ENKS û PYDê de ne îtifaqek heye, Başûr dikare di vê derê de jî navbeynkarîyekê çêke û yekîtîyekê damezirîne.”
Li gor hin çavkanîyan tê ragihandin ku di vê hevdîtinê de Erdogan û Barzanî li ser pirsgirêka Sûrîyê, bi taybet jî li ser Rojava rawestîyane.
Bayram Bozyel dibêje ku dîplomasîya Rojava ana li Hewlêrê tê kirin:
“Navenda dîplomasîya Kurd Hewlêr e. Gelek têkilîyê dîplomatîk tên meşandin. Lê di van hevdîtinan de bi tevahî li ser Rojava nîqaş tên kirin. Ana dîplomasîya Rojava bi giranî bi destê Başûr tê kirin. Di salên berê de jî Kek Mesûd Barzanî û Mam Celal Talabanî roleke mezin girtibûn. Mam Celal di sala 1993’an de di navbera PKK û Serokomarê Tirkîyê Turgut Ozal de roleke girîng lîstibû û PKK çek rawestandibû. Îro jî ev rol pêkan e.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mesrûr Barzanî berî vê serdanê di 20 Hezirana 2024’an de serdana Enqerê kiribû û bi Erdogan û Fîdan re civîyabû.