Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Rojava Çawa Tên Şopandin?


NR_10_18_2024_Hilbijartin_KRG_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
Direct link

Hilbijartinên parlamanê yên Herêma Kurdistana Îraqê ku di 20'ê Cotmehê de pêk tên, li Rojava bi baldarî tên şopandin.

Li ser girîngîya van hilbijartinan û ewê bandoreke çawa li ser peywendîyên hikûmeta herêma Kurdistanê û Xweserîya Demokratîk li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bike, hin şîrovekar ji Dengê Amerîka re axifîn.

Çalakvanê sîyasî Şêrwan Îbrahîm dibîne ku jiber guhertina hejmara kursîyên parlamana herêmê, herwiha çavdêrîkirina van hilbijartinan ji aîyê Komîserîya Hilbijartinan ya navendî ve li Îraqê, "Wê guhertin di encaman de jî çêbibe".

Îbrahîm bawer dike ku serketina Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinan wê bikeve çarçoveya başkirina peywendîyên Rêvebirîya Xweser û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

"Encama hilbijartinan çi be hikûmeta navendî ya Îraqê wê danûstandinê pê re bike, partîyên serketî wê hikûmeta herêmê ava bikin. Ev hikûmet wê nûnertî û hikûmdarîya herêma Kurdistanê li ser erdê bike, bandora vê yekê jî li ser Rojava wê beş be ku peywendî ligel hikûmetê be neku kompanîyekê, hêzekê yan jî PDK'ê", Îbrahîm got.

Cîhê bîrxistinê ye ku serokê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî di salên 2012, 13, û 14'an de ku wê demê serokê herêmê bû, navbeynkarîya rêkeftinên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhokê di navbera alîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê de kiribû.

Herwiha tê zanîn ku parlamana Herêma Kurdistanê sala 2014'an bi fermî Xweserîya Demokratîk li Rojava nas kiribû. Di heman salê de jî pêşmergeyan di şerê Kobanê de piştgirî dabûn Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Çalakvanê civaka sivîl Farûq Hecî Mustefa behsa girîngîya van hilbijartinan ya jibo yekparçeya herêma Kurdistanê, herwiha vegerandina mafên destûrî yên herêmê dike.

Hecî Mustefa herwiha bal kişand ser pîvanên di bangeşeya PDK'ê de hatine û pêşbînî kir ku "Lîsta wê di hilbijartinan de biser bikeve".

Li ser rola parlamanê di peywendîyên ligel Rojava de Hecî Mustefa got ku, "Pêşxistina têkilîyên di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de pir girîng e, loma parlaman çiqas hevgirtî be û lihevhatin tê de hebe, ku listên di hilbijartinan de biser bikevin bi rastî beşdarî sîyasetê û avakirina hikûmetê bibin, wê demê ev yek jibo Rojava wê pir girîng be".

Hêjayî gotinê ye ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) piştgirî dabû YNK'ê û banga welatîyên herêmê kiribû ku deng bidin lîsta YNK'ê.

Ji alîyê xwe ve ENKS'ê ti helwesteke fermî derbarê hilbijartinên herêmê de nedaye, lê pir ji rêvebirên bilind yên wê piştgirîya xwe ji lîsta PDK'ê re radigihînin.

NR_10_18_2024_Hilbijartin_KRG_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG