Du ji zindanîyên Duhok ku hatin berdan, azad kirin ji Dengê Amerîka re ser biryara serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axifî ku ji sedî 60 cezayên wan kêm kirin.
Barzanî di 22'yê Sibata 2022'an de biryar da ku ji sedî 60 cezayên 5 zindanîyên Badînan were kêm kirin, yên ku li dadgeha Hewlêrê bo 6 salan hatibûn ceza kirin.
Bedel Berwarî yê ku yek ji wan zindanîyan bê ser vê biryarê got ku ew bi xwe wek kesekî ku ew zîndan dîtîye, ger yek roj ji cezayê wan were kêm kirin, dil xweş dibe.
Omîd Beroşkî yê ku berî çend roj hat azad kirin, şabûna xwe dîyar kir.
"Her çend divê di demên pêştir ev biryara hatiba dayîn, biryara kêmkirina hikmê her 5 hevalên me ku niha li zindana çaksazîya Hewlêrê ne, cîhê rêzê ye,” Beroşkî got.
Ev her du kes zindan dîtine û nêzî salek û çend mehan li zîndanê mane, lewra kêfxweş in ku hikmê wan hatiye kêm kirin.
Ji alîyekî din ve, Eyhan Seîd nûnerê Sizadarên Badînan di derbarê biryarê de li ser torên civakî daxuyanîyek weşand.
Seîd pêşwazîya biryara serokê herêma Kurdistanê kir û xwest ku zîndaniyên din jî werin berdan.
Di daxuyanîyê de herwiha sipasîya bo hemwelatî û rêxistînên navxweyî û biyanî û herwiha dewletên piştevanîya azadkirina girtîyan kirine, hate ragihandin.
Sizadarên Badînan di daxuyanîyê daxwaz kir ku dadwerî li Herêma Kurdistanê serbixwe be û hikûmeta herêma Kurdistanê bi çavekî din li azadîxwazan binêre.
Hêjayî gotinê ye ku hêj hejmarek ji xwepêşander û çalakvanên Şêladizê, bê dadgehkirin li zindanê ne, malbat û hevalên wan daxwaz dikin ku dadgehkirina wan jî demûdest were kirin û ew jî werin azad kirin.
Hun dikarin bi lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.