Tê îdia kirin ku Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA), berî êrîşa Barselona, ku 13 kes hatibûn kuştin û 100 kesên din jî birîndar bûbûn, karbidestên Îspanya hişyar kirine.
Rojnameya Independent ya Brîtanya, di nûçeyekê de îdia kir ku CIA ya Amerîka, du meh berî êrîşê, bo êrişeke gumankirî agahî dane rêvebirîya Îspanya.
Independent dide zanîn ku CIA’yê ji karbidestên ewlekarîyê re gotîye ku ‘’dibe ku La Rambla yek ji armancên sereke yên terorîstan be’’
Rojnameya Brîtanî dîyar kir ku îdiaya hişyarîyê ji alîyê jêderên fermî ve nehatiye piştrast kirin.
Di Hezîrana 2015’an de, di êrîşeke terorî de 38 kes li Tunusêh hatibûn kuştin û piştî wê Îspanya asta ewlekarîyê rakiribû 4’an ku ya herî bilind 5 e.
Indpendent da zanîn piştî êrîşa Madrîd ya 2004’an, ku 191 kes hatibûn kuştin, 200 operasyon hatine li dar xistin û 700 Îslamîyên tundrê hatine girtin.