Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan rê nade ku dijî wî rexne werin kirin.
Bakirhan dîyar kir ku jiber rexneyên dijî Erdogan bi hezaran doz vebûne.
‘’Jiber heqaretên dijî serok zarok têne darizandin. Bi hezaran doz hatine vekirin. Seba çi? Jiber ku wan ew rexne kir, twît nivîsîn û ya rast gotin.’’
Wî bang li Erdogan kir ku helwesta dijî Kurdan û zimanê Kurdî biterikîne.
Bakirhan dîyar kir ku piştî du hilbijartinên herêmî yên dawî de li bajarên Kurdan qayuman dest danîne ser bajarvanîyan û got ku divê îradeya gel bajaran bi rêve bibe.
Erdogan di mîtîngeke hilbijartinê de gotibû ku divê hilbijêr wî rexne bikin ku ew jî xwe serast bike.
Li ser wê gotina Erdogan, Bakirhan dîyar kir ku tehemûla serokê welêt bi rexneyan tuneye û got ku ger ew dest bi rexneyan bikin jî du roj têra wan nakin.
Rêvebirên DEM Partî, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) bi hevkarîya dijî Kurdan tawanbar dikin.
Lê, karbidestên desthilatê jî dibêjin ku DEM Partî û Partîya Gel ya Komarî (CHP) hevkarîyên veşartî dikin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya