Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ser peyvajoya dawî ya danûstandinên li Tirkîyê axifî.
Bakirhan li Manîsa di kongreya partîya xwe de got ku banga Serokê Partîya Karkerên Kurditan (PKK) Abdullah Ocalan banga guherîn û veguherînê ye.
‘’Birêz Ocalan bang li sîyaset, dewlet û civaka demokratîka Tirkîyê û herkesê din kir ku dest bi guherîn û veguherînê bikin. Çinku bi xwe jî diguhere û vediguhere.’’
Wî got ku bi demokratîkbûna Tirkîyê ewê herkes bi ser keve û dîyar kir ku armanca Ocalan çêkirina tifaqa Kurdan û Tirkan e.
Bakirhan bang li serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel kir ku jibo çareserîya pirsa Kurdan bi berpirsî tevbigere.
Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû ku dest ji çekan berde û dawî li xwe bîne.
PKK’ê ser banga Ocalan dîyar kir ku ew agirbestê radigihîne û ewê li gor banga wî tevbigere.
Karbidestên Tirk dibêjin ku li gor banga Ocalan divê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî, ku pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, çekan berde.
Serfermandarê HSD’ê Mazlum Abdî di rojên borî de got ku banga Ocalan jibo pêşveçûna danûstandinan girîng e, lê ew bang ne jibo wan e, jibo PKK’ê ye.
Jêdedr: Gazete Duvar